2 leşkerên Tirk di êrîşeke artêşa Sûriyê de birîndar bûn

Piştî ku xaleke çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê li gundewarê Idlibê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hat armanckirin, Tirkiyê ew xala çavdêriyê vala kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku xaleke çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê li gundewarê Idlibê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hat armanckirin, Tirkiyê ew xala çavdêriyê vala kir.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li Idlibê di êrîşeke hêzên rêjîma Sûriyê li nêzîkî xala çavdêriyê ya Tirkiyê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Piştî êrîşê hat ragihandin, artêşa Tirkiyê xala çavdêriyê 10 vala kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Tirkiyê birîndarên xwe li xala çavdêriyê bi firokeyan veguhast Tirkiyê.

Heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê Sûriyê ve li ser wê bûyerê nehatiye dan, tenê ajansa “SANA” a fermî ragihand, artêşa Sûriyê xalên grûpên terorist li Idlibê topbaran kiriye.

 

S. B