Hewla nêzîkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê tê dayîn

Li bajarê Silêmaniyê bi destpêşxeriyek nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û awayê birêvebirina bakurê Sûriyê birêve diçe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Silêmaniyê bi destpêşxeriyek nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û awayê birêvebirina bakurê Sûriyê birêve diçe.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, sê roj in li holeke Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bi beşdariya pisporên Amerîkî, navdewletî û kesayetên Rojavayê Kurdistanê hevdîtinek bo nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet ENKS û TEV-DEM û awayê birêvebirina bakurê Sûriyê birêve diçe.  

Destpêşxerî ji aliyê rêxistina IMPCT a Kurdên li derve û li navxweya Rojavayê Kurdistanê dimînin û çend rêxistinên din tê kirin û kesayetên nêzîkî ENKS, TEV-DEM, kesayetiyên serbixwe û hin kesayetiyên Ereb tê de beşdar in.

Li ser wê hevdîtinê , Endamê destpêşxeriya KNKê û serokê berê yê Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser Ekrem Hiso ji K24ê re got: Pêştir hevdîtinek bi vî awayî li Dêrika Rojava jî hate kirin. Ev çalakî gelekî girîng e ji bo nerînan nêzîkî hev bikin û baweriyê di navbera aliyên siyasî de zêde bike. Herwiha ji bo avakirina bingehekê ku bibe bingehek çareseriya siyasî re di nava hemû hêzên siyasî de.

Got jî: Kesên di vê hevdîtinê de amade bûne, nerînên xwe bi zelal gotin û daxwazin gavek bê avêtin ji bo diyaloga Kurdî -  Kurdî aktîv bibe û têkeve warê pratîkê de.

Ekrem Hiso amaje bi despêşxeriyên berê yên nêzîkbûna di navbera PYD û ENKSê de kir û got: Pêştir destpêşxerî ji aliyê Partiya Pêşverû û Serokê Ebdilhemîd Derwîş û destpêşxeriyeke KNKê hebû, lê ew neçûn serî. Her destpêşxeriyeke nû di navbera PYD û ENKSê de çê bibe, şert û merd jê re pêwîst in û divê bawerî di navbera her du aliyan de hebe.   

Peyamnêrê K24ê amaje bi wê yekê kir, biryar îro demjimêr 14:00 konferanseke rojnamevanî derbarê vê destpêşxeriyê û hevdîtinê de lidar bike.

 

 

S. B