Hilbijartina Desteya Serokatiyê Îtîlafê 2 mehan hat paşxistin

Hilbijartina Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê ya Desteya Serokatiyê, Desteya Siyasî û hilbijartinên hikûmeta Sûriyê ya demdemî ji ber pêk nehatina rêkeftinê encam neda û bo du mehên din hate paşxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Hilbijartina Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê ya Desteya Serokatiyê, Desteya Siyasî û hilbijartinên hikûmeta Sûriyê ya demdemî ji ber pêk nehatina rêkeftinê encam neda û bo du mehên din hate paşxistin.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê civîna xwe ya ku du rojan dom dikir ya li Stenbolê bi dawî anî. Di encama civînê de ji bo desteya siyasî û ji bo damezrîna hikûmeta nû hilbijartinek hate lidarixstin. Lê ji ber ku di nava aliyên Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê de rêkeftinek pêk nehat, ne hikûmeta demdemî ne jî serokê desteya siyasî nehate hilbijartin. Biryar hate ragirtin ku hibijartin bo piştî dû mehên din bê paşxistin.

Nûnerê Kurd yê di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê de Şella Gedo li ser dahatûya Sûriyê diyar kir, di prosesa nû ya Sûriyê de cihê Beşar Esed nemaye.

Nûnerê ENKS di nava Desteya Giştî ya Opozîsyonê de Şelal Gedo ji K24ê re wiha axivî: “Cihê Beşar Esed dê pêşeroja Sûriyê de tune be. Biryara çûn yan mana Esed jî ne di destê welatên derdora Sûriyê yan  welatên bihêz de ye, biryara çûna Esed di destê gelê Sûriyê de ye. Dema Serokê Sudanê Omer Beşîr Hesen nema, ne Amerîka yan Tirkiyê ew hilanî. Dem Serokê Cezaîrê Boteflîqa ne Tirkiye, Fransa, Brîtanya û Amerîka ew hilanî, xelkê Cezaîrê ew rakir. Di baweriya min de heger destdirêjî ji aliyê navdewletî di nava Sûriyê de çê nebûna, Esed çend mehan xwe nedigire û dê nemaba.”

Li gorî daxuyaniya opozisyonê ji ber êrîşên Sûriye û Rûsyayê ên li Îdlib û Hamayê desteya giştî, hilbijartinên desteya serokatiyê, desteya siyasî û hilbijartinên hikûmeta Sûriyê ya demdemî bo du meh bi şûnde paş xist. Lê li gorî zanyariyên endamên pêkhateyên opozisyonê, sedem ew e ku di nava mesîhî û aliyên îslamî de li ser hem serokatiya desteya siyasî û hem jî serokê hikûmeta Sûriyê ya demdemî rêkeftin pêk nehatiye, loma hilbijartinê encam nedaye û bo dû mehên din hatiye taloqkirin. Endamê Desteya Siyasî ya Opozîsyonê Abdullah Geddo jî li ser nîqaşên PYDê dibêje; dema ew xwe bike hêzeke Sûriyeyî dê heza hevpeymanî wê qebûl bike û tû pirsgirêk dernekeve.

Abdullah Gedo ji K24ê re got: “Heger Rêveberiya Xweser bi rengekî Kurdî yan Sûrî û serbixwe li ser zemîneke niştimanî xwe bide xuyakirin, ez dibêjim dê ti pirsgirêk tune be û Îtîlaf dê wê qebûl bike û pê re bicive. Ew jî pêkhateya civaka Sûrî ne û pekhateya civaka rojhilatê Firatê ye û dê destê me di hev de be û emê bêhtir karibin civakê biparêzin û pêdiviyên wan bicih bînin.”

Di encama civîna opozîsyonê de bang li Neteweyên Yekgirtî hate kirin da ku êrîşên li Sûriyê şermezar bike, sucdaran siza bike û dosyayeya Sûriyê jî veguhêzê Dadgeha Sizayê ya Navneteweyî. Û Herwiha opozîsyonê li hemû xaka Sûriyê jî banga agirbestê kir. Li gorî biryara Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê, wê di meha Tirmehê de careke din hemû pêkhate li hev kom bibin û ji bo hilbijartinên desteya serokatiyê, desteya siyasî û hilbijartinên hikûmeta Sûriyê ya demdemî deng bidin