Di êrîşên li ser Idlib û Hemayê de 228 kes hatin kuştin

Di encama êrîşên firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê li ser gundewarê bakurê Hema û Idlibê de ji 20ê Nîsana bûrî ve 228 kes hetin kuştin û zêdetir ji 300 hezar kes koçber bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşên firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê li ser gundewarê bakurê Hema û Idlibê de ji 20ê Nîsana bûrî ve 228 kes hetin kuştin û zêdetir ji 300 hezar kes koçber bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji 20î Nîsana bûrî ve rêjîma Sûriyê û firokeyên Rûsî dest bi êrîşa li deverên wek Deşta Xab û gundên li bakurê Hemayê û gundên çiyayê Zewiyê li başûr û rojhilatê Idlibê kirine.

Rewangehê diyar kir, Rêjîma Sûriyê û Rûsyayê ji roja 30î Nîsana bûrî ve êrîşên xwe li ser wê deverê tund kirine û di roja yekem a êrîşên tund de (30î Nîsanê), 84 bermîlên teqîner hatine berdan û 12 êrîşên esmanî yên rêjîma Sûriyê û 11 êrîşên esmanî yên Rûsî li ser wê deverê hatin kirin û di encamê de 2 kesan canê xwe jidest dan.

Di roja duyem de, 105 bermîlên teqîner hatine berdan û 6 êrîşên esmanî yên rêjîma Sûriyê û 15 êrîşên esmanî yên Rûsî li ser wê deverê hatin kirin û di encamê de 9 kesan canê xwe jidest dan, 3 ji wan jin bûn.

Di roja sêyem de, 171 bermîlên teqîner hatine berdan û 7 êrîşên esmanî yên rêjîma Sûriyê û 46 êrîşên esmanî yên Rûsî li ser wê deverê hatin kirin û di encamê de 8 kesan canê xwe jidest dan, di nava wan de jinek û 2 zarok hebûn.

Di roja çarem de, 164 bermîlên teqîner hatine berdan û 19 êrîşên esmanî yên rêjîma Sûriyê û 57 êrîşên esmanî yên Rûsî li ser wê deverê hatin kirin û di encamê de 16 kesan canê xwe jidest dan, di nava wan 5 jin û zarokekê hebûn.

Bi tevahî ji roja 20î Nîsana bûrî û heta 4ê Gulanê, herî kêm 228 kes hetin kuştin.  

Di roja pêncem a êrîşê de, 83 bermîlên teqîner û 26 êrîşên esmanî yên rêjîma Sûriyê û 117 êrîşên esmanî yên Rûsî li ser wê deverê hatin kirin û di encamê de 11 kesan canê xwe jidest dan, di nava wan de 3 jin û 3 zarok hebûn.

Herwiha ragihand ji ber wan êrîşan, tevgereke koçberiya ya mezin çê bûye û di 6 rojan de zêdetir ji 300 hezar kes ji koçber bûn.

Rewangehê da zanîn, koçber bi neçarî berê xwe didin, kampên nêzîkî Lîwa Iskenderon û navçeyên  operasyonên “Şaxa Zeytûnê” û “Mertala Firatê” li bakurê Helebê.

 

S. B