KCK: Tecrîda li ser Ocalan bidawî nebûye

Hevserokatiya Koma Civakên Kursiatan (KCK) radigihîne, tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ranebûye, berxwedan jî dê berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Koma Civakên Kursiatan (KCK) radigihîne, tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ranebûye, berxwedan jî dê berdewam be.

Hevserokatiya KCKê Hevdîtina parêzerên Ocalan şîrove kir û got: tecrîda li ser Ocalan ranebûye û daxwazên girtiyan bicîh nehatine. Di encama berxwedana di kesayetiya dayikên Kurd a berxwedana li dijî tecrîdê de piştî 8 salan û şûn de rê hatiye dayîn ku parêzer hevdîtinê pêk bînin.  

Di daxuyaniya KCKê de hatiye: Ji vegotinên parêzeran tê fêmkirin ku tecrîd ranebûye, daxwazên berxwdêran pêk nehatine. Tenê ji bo ku bandora berxwedêran afirandiye bişkînin û berxwedanê qels bikin û zextên raya giştî ya hundir û derve kêm bikin, hiştine ku parêzer biçin Îmraliyê.

KCK dibêje: Ev banga rêberê wan, bangek ji bo desthilata Tirkiyê ye ku pirsa Kurd û ya demokrasiyê bi şer çareser nabe û bi riya aştiyê çareser dibe.

KCKê de dîyar dike: Ji 27 Tirmeha 2011an û heta niha hevdîtin bi rêberê wan re pêk nehatibûn, ev hevdîtin nayê weteya ku daxwazên wan hatine pejirandin.

Duhî parêzerên Buroya Huquqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê gotin: Wan di 2ê Gulanê de hevdîtin bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anîne.

 

S. B