El-Cebha El-Şamiya li Efrînê 6 gundî girtin

Çekdarên El-Cebha El-Şamiya yên ser bi Tirkiye ve, 6 welatiyên Kurd li gundewarên bajarokê Mabata girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên El-Cebha El-Şamiya yên ser bi Tirkiye ve, 6 welatiyên Kurd li gundewarên bajarokê Mabata girtin.

Rewangeha Sûriyê a Mafê Mirovan belav kiriye, Çekdarên  El-Cebha El-Şamiya yên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanîkirin li çend rojên borî, 6 welatiyên Kurd ku dinav wan de jinek jî heye, li gundê Qintire yê ser bi bajarokê Mabata ve bi tometa hebûna peywendiyên digel YPGê girtin.

Rewangehê diyar jî kir, çekdarên Ehrar El-Şerqiya bi heman tometê, li hejmarek welatiyên Kurd yên gundê Emara yê heman navçeyê xistin e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, rojane grûbên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve, welatiyên Kurdên Efrînê bi tometên cuda digrin û piştî demekê ji girtinê hinek ji wan li himber dayîna hinek pere tên berdan.

 

 

C.B