Zarokekî Êzidî yê rizgarbûyî çîroka veşartina birayê xwe vedibêje

Di şerê Baxozê de bêhtir ji 140 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, piştî rizgarkirinê jî di hefteya bûrî de 50 kesên rizgarkirî ji kampa Holê ya Hesekê radestî malbata wan bûn.
kurdistan24.net

K24 – Duhok

Di şerê Baxozê de bêhtir ji 140 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, piştî rizgarkirinê jî di hefteya bûrî de 50 kes ji kampa Holê ya Hesekê radestî malbata wan bûn. Malbateke Êzidî jî çîroka êş û azarên xwe ji Kurdistan24ê re dibêjin.

Dilvên Qasim ku xelka Komelgeha Tik Qestel ya Şingalê ye, di 3ê Tebaxa 2014an de li gundê Solaxê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin û li Baxozê di rewşeke pir zehmet de dijiyan. Dilvîn bi 4 zarokên xwe re hat rizgarkirin û gihîştin kampa Holê û piştre gihîşt nava malbata xwe li Şêxanê.

Dilvîn Qasim ji K24ê re got: “Li Baxoz rewşa me pir zehmet bû, em birçî bûn û gelek ji me ji ber birçîbûnê jî dimirin. Piştî Baxoz dihat bombebarankirin, em ji bo Holê hatin veguhastin. Piştî mana 40 rojî li kampa Holê, em çûn mala Êzidiyan. Kêfxweş im ku ez 4 zarokên xwe vegeriyan nava malbatên xwe”

Dema şerê Baxozê tund bû û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî Baxoz bombebaran dikir, zarokekî Dilvînê canê xwe jidest da û zarokê wê yê 13 salî birayê xwe binax kir.

Kurê Dilvînê, Sefwan Husên dibêje: “Îro kêfxweş im ku hatime mala xwe. Birayê min cûbû mala cîranan û firokeyê lê da û ew mehekê di binê xanî de ma, me bihna wî kir û min ew derxist û veşart.”

Wensa dapîra wan zarokan e, ji malbata wê 22 kes ketibûn destê DAIŞê, ta niha çarenivîsa 6 kesan ji wan ne diyar e, lê bi hatina hin neviyên wê, birînên wê hinekî sivik bû.

Dema bajarê Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat dagîrkirin, 6 hezar û 417 kes hatin revandin, heta ji wan 3 hezar û 478 kes hatin rizgarkirin û hîna hejmarek jî mane, ku malbatên wan li benda vegera wan in.