Artêşa Sûriyê bajarokekî ji destê “Tehîr El Şamê” kontrol dike

Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê bajarokê Keleha El Medîq li bakurê Hemayê ji destê Desteya Tehîr El Şamê kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê bajarokê Keleha El Medîq li bakurê Hemayê ji destê Desteya Tehîr El Şamê kontrol kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî vekişîna çekdarên Desteya Tehîr El Şamê û Bereya Wetewniya Liltehrîr, artêşa ji bajarokê Keleha El Medîq, artêşa Sûriyê karî wî bajarokî kontrol bike.

Diyar kir jî, artêşa Sûriyê ji hemû aliyan ve êrîşî bajarokê Keleha El Medîq kir, wê yekê hîşt ku çekdarên Desteya Tehîr El Şamê û Bereya Wetewniya Liltehrîr vekişin.

Duhî artêşa Sûriyê karibû bajarokê Kefer Nibodî jî li bakurê Hemayê ji destê çekdarên Desteya Tehrîr El Şamê kontrol bike.

Ji 30î Nîsana bûrî ve rêjîma Sûriyê û firokeyên Rûsî dest bi êrîşa li deverên wek Deşta Xab û gundên li bakurê Hemayê û gundên çiyayê Zewiyê li başûr û rojhilatê Idlibê tund kirine.

Li gor zanyariyan, Di berdewamiya tundiya êrîşan de ji 30î Nîsana bûrî ve 226 kes hatine kuştin û bi sedan kes hatin kuştin û zêdetir ji 150 hezar kesî koçber bûne.

 

S. B