Hadî Amirî: Iraqê ji Amerîka re dikin Vietnameke din

Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir û serkirdeyê di Heşda Şeibî de Hadî Amirî gefê li Amerîka dixwe û radigihîne: “Iraqê ji Amerîka re dikin Vietnameke din”

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir û serkirdeyê di Heşda Şeibî de Hadî Amirî gefê li Amerîka dixwe û radigihîne: “Iraqê ji Amerîka re dikin Vietnameke din”

Hadî Amirî di hevdîtinekê ligel rojnameya “The Independent” a Brîtanî de ragihand, Bi sedema Serokê Amerîka Donald Trump, Amerîk lawaz bûye.

Got jî: Pêwîst e Trump vema çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Amerîka û Kongressê bixwe. Herwiha hişyariyê jî dide Amerîka, heger Iraqê ji bo yekalîkirina nakokiyên xwe li navçê bikar bînin, ewê Iraqê bikin Vietnameke din û Amerîka dişikînin.

Ew serkirdeyê Heşda Şeidî gef li hêzên Amerîka yên li Iraqê ne dixwe û dibêje: “Em rê nadin Amerîka xaka Iraqê bikar bîne û bike navçeyeke çavdêriya li ser welatên navçê û yekalîkirina pirsgirêkên xwe.”

Pêştir jî Hadî Amirî ragihandibû, “Pêwîstiya Iraqê bi hebûna hêzên Amerîkî nîn e û divê ji Iraqê derkevin û tevahiya planên Amerîka li Iraqê hatin şikestin.”

 

S. B