Artêşa Sûriyê 5 gundan li nêzîkî Idlibê kontrol dike

Di operasyona kontrolkirina Idlibê ji destê hêzên opozîsyonê de, artêşa Sûriyê pêşketineke berçav kiriye û karî 5 gundan kontrol bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di operasyona kontrolkirina Idlibê ji destê hêzên opozîsyonê de, artêşa Sûriyê pêşketineke berçav kiriye û karî 5 gundan kontrol bike.

Navenda Ragihandinê ya Şer a Sûrî belav kir, artêşa Sûriyê ji duhî ve karî li başûrê Idlibê pêşketineke berçav bike û xwe gihandiye sînorê Idlibê.

Da zanîn jî, artêşa Sûriyê gundên Şerîa, Cemaziye, Mesterîha, Mîdan Xezal û Bab El Taqî li bakurê rojavayê Hemayê kontol kirin, bi vê yekê jî xwe gihande sînorê parzgeha Idlibê.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Şer, bi vê gave artêşa Sûriyê ji destpêkirina operasyona kontrolkirina parêzgeha Idlibê nêzîk dibe.

Ji 30î Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê û firokeyên Rûsyayê êrîşên xwe li ser parêzgeha Hema û Idlibê tund kirine û di encamê de bi sedan kes hatine kuştin û zêdetir ji 150 hezar kesî derbider bûne.

Serokê Komîteya Lêkolînê ya ser bi Netewên Yekgirtî Paulo Pinheiro got: Êrişên artêşa Sûriyê û Rûsyayê li bakura rojavayê Sûriyê û bilindkirina asta şer bi metirsî da zanîn û got, ji encama wan lêdanan bi dehan kesên sivîl bûne qurbanî û bêtir ji 150 hezar kes derbider bûne.

 

S. B