K24 rewşa Til Rifet û derbiderên Efrînê vediguhêze

Derbiderên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê dimînin ji rewşa bajarokê Til Rifetê metirsîdar in û dibêjin, ew ji derbasbûna Tirkiyê û vekişîna hêzên Rûsî ji wê deverê bitirs in.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbiderên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê dimînin ji rewşa bajarokê Til Rifetê metirsîdar in û dibêjin, ew ji derbasbûna Tirkiyê û vekişîna hêzên Rûsî ji wê deverê bitirs in. Ji aliyekî din ve, hêzên opozîsyona Sûriyê derdora Til Rifetê topbaran dikin, da ku Kurd ji Şehbayê derkevin. Kurdistan24 derbasî Til Rifetê bû û rewşa bajêr û xelkê şopand.

Bajarokê Til Rifatê mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejî di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye, ji Sibata 2016an ve ketiye destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hejmarek mezin ji derbiderên Efrînê lê bicih bûne.

Tevî ku ta nuha rêkeftina bajarokê Til Rifet bi fermî nehatiye eşkerekirin, lê guhertinên li ser zemînê dibin, nîşan didin ku beramberî kontrolkirina bajarê Idlibê ji aliyê Rûsyayê ve, bajarokê Til Rifet radestî Tirkiyê bibe. Herwiha di dema dawî de gelek caran ji aliyê Tirkiyê ve rastî topbaran tê û tê gotin ku Tirkiye amadekariyên êrîşa li ser wê bajarokî dike.

Xelkê Efrînê ji vekişîna hêzên Rûsî û derbasbûna artêşa Tirkiyê bitirs in û dibêjin, pêwîstî bi çareseriyeke siyasî heye, ta ku Efrîniyan ji koçberiyeke din biparêze.

Welatiyê ji Efrînê Ebdilkerîm Horo ji K24ê re got: “Divê çareseriyeke siyasî were çêkirin. Em miletekî aştîxwaz in. Em dixwazin vegerin Efrînê û berê bijîn, ji ber ku xelkê me yê sivîl li vir gelek zehmetiyan dibîne. Divê civaka navdewletî jî li hemberê tiştê li me tê meşandin sermezar bike. Dengê me diçe tevahiya cîhanê. Ma Erdogan çi ji me dixwaze.”

Gelek hêz li bajarokê Til Rifatê hene, wek hêzên Kurdî, Rêjîma Sûriyê û Rûsya û çekdarên opozîsyona bi berdewamî derdora Til Rifatê û gundên Şehbayê topbaran dikin. Rêjîma Sûriyê jî bê bersiv dimîne.

Derbiderê ji Efrînê Mihemed Mistê ji K24ê re dibêje: “Rast e hin caran top bi ser me de tên, lê em ji Til Rifatê dernakevin. Milet li vir pir e û morala me jî bilind e. Heger em berdin, Efrîn jî çû. Em dixwazin vegerin Efrînê û bi ti dereke din ve naçin.”

Li bajarokê Til Rifatê nêzîkî 22 hezar kes dijî, piraniya wan derbiderên Efrînê ne, derbasbûna Tirkiyê bo Til Rifetê jî tê wateya ku metirsî li ser her du gundên Şîenişîn Nubil û Zehrayê yên ji aliyê hêzên Îranî ve tên parastin, dirust bibe.