Tirkiyê hêzeke komando derbasî Idlibê kir

Artêşa Tirkiyê karwaneke din a leşkerên komando şand nav xaka Sûriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê karwaneke din a leşkerên komando şand nav xaka Sûriye.

Şandina hêzên leşkerî û leşkerên Tirkiyê bo Sûriyê zêde bûye, Medyaya Tirkiyê belav kir, hêzek mezin ya Artêşa Tirkiyê îro derbazî devera Idlibê bû.

Hêza Komando di nav tedbirên ewlekariyê de hate şandin devera Idlibê ku şer û êrişên rêjima Sûriyê û Rûsya, lê zêde bûne.

Hate ragihandin, ev hêza komando bi armanca parastina xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê hatiye şandin.

Ji 30î Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê û firokeyên Rûsyayê êrîşên xwe li ser parêzgeha Hema û Idlibê tund kirine û di encamê de bi sedan kes hatine kuştin û zêdetir ji 150 hezar kesî derbider bûne.

 

S. B