Doza 6 sal zindanîkirinê hemberî Osman Baydemir

K24 – Navenda Nûçeyan
Hember parlamenterê berê HDPê Osman Baydemîr, bi tometa bêrêzî li komara Tirkiyê, 6 sal sizaya zîndanîkirinê tê xwestin.
Serdozgeriya Wanê, bi tometa ku di beşdariya bernameya Partiya xwe de, bêrêzî li Komara Tirkiyê û Parlamentoya Tirkiyê kiriye, derbarê Osman Baydemîr de doz vekir.
Di doznameyê de, derbarê Osman Baydemîr de 6 sal sizaya zîndanîkirinê tê xwestin.
Baydemîr, di Tebax a 2017an de, li Wanê beşdarî çalakiya "Nobedariya Wijdan û Dadê" bû bû û li wê derê axifîbû.
C.B