Turkiye û dûbarekirina hilbijartinên Istanbolê

Di Siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de dubarekirina hilbijartinên şaredariyê yên bajarê Stenbolê û hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatiye kirin bi xwe re geşedan û mijarên nû anîne rojeva Tirkiyê.

K24-Ankara

Di Siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de dubarekirina hilbijartinên şaredariyê yên bajarê Stenbolê û hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatiye kirin bi xwe re geşedan û mijarên nû anîne rojeva Tirkiyê. Partiya Deshilatdar Ak Partî dê li Stenbolê bikaribe dengê Kurdan bistîne û ji bo meseleya Kurd an jî ji bo çareseriyê gav tê avêtin? Bersiva van pirsan ji aliyê raya giştî ya Tirkiyê ve tê meraqkirin. Parlamenterê Ak Partiyê yê Berê yê Agiriyê Mehmet Hanefî Alir derbarê van pirsan de nêrînên xwe ji Kurdistan24ê re Parvekirin. 

Li Tirkiyê dubarekirina hilbijartinên bajarê stenbaolê, hevdîtna bi Abdullah Ocalan re û çareseriya meseleya Kurd û Helwesta ak partiyê ya li hemberî Kurdan di rojeva Tirkiyê de mijarên serek ne. Li ser van mijaran parlamenterê Ak Pariyê yê bajarê Agiriya bakurê Kurdistanê yê berê Mehmet Hanîfî Alirnêrînên xwe ji Kurdistan24ê re parvekirin.

Derbarê dubarekirina hilbijartinên Stenbolê de Mehmet Alir dibêje gelê Kurd bên qenahkirin dê Ak Partî encamên baş bidest bixin lê belê bêyî kurdan li stenbolê deshilatdarî nabe.

Mehmet Henafî Alir - parlamenterê berê yê AKPartiyê, got:"Gelê Kurd yê ku bajarên mezin de dijîn piraniya wana deng nedan Ak partiyê ev e heqîqete yanî. Ji ber ku girêdanên wê bi MHPê re hebûn û MHPê jî ji kurdan re çawekî rind nanêre ev jî heqîqet e. Ku sinyalên baş verne dayîn ez bawer dikim dê rewş biguhere."

Parlemneterê berê yê Ak Partiyê Hanefî Alir hevdîtina di 2ê Gulanê de bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re hatiye kirin tesadif nabîne û dibêje deshilat bi vê yekê peyamekê dide gelê Kurd.

Mehmet Henafî Alir - parlamenterê berê yê AKPartiyê, dibêje: Wisa tê xuyandin gelê kurd di şehrê mezin de jî di bajarên mezin de jî lê ki dûr bisekine ew ê evqas li iqtîdarê dûr bisekine. Ji boy vê ez wisa bawir dikim ev hevdîtin ne tesadîfî bû. Mûtleqa tiştek tê de heye. mînanê ku deshilat dibêje " min hûn bîrnekirine, çavê me li ser we ye" wisa dixuye yanî.

Yek ji meseleya sereke ku li Tirkiyê ev bi salane nehatiye çareserkirin meseleya Kurd e û derbarê vê mijarê de jî Alir dibêje tu dewlet û partiyek heta ku wê meselê çareser nekin rehetiyê nabînin.

Mehmet Henafî Alir - parlamenterê berê yê AKPartiyê, got: "Meseleya Kurdayetî îro meseleyeke navneteweyî ye, Meseleya gelê Rojhilat hemîyê ye, mesela dewletên herêmî hemiyê ye. Heta ku çareseriyek ji vê pirsgirêkê re neye dîtin, ne dewletên herêmî, yek ji wan dewletan û ji her çar dewletan jî rehetî nabîne, Tu partiyên ku gelê Kurd durkevin ku mesafe têxin navbera xwe de ew jî evqas ji deshilatê dûrdikevin."

Herwiha Mehmet Hanefî Alir amej pê kir ku tifaqa ak Partî û MHPê dem dirêj nîne û piştî ku Ak Partî ji MHPê dûr dikeve dê careke din pêwendiyên xwe yên bi Kurdan re asayî bike û li bakurê Kurdistanê normalîzebûnek dê xwe bide der.