Putin û Erdogan şerê li Idlibê guftûgo dikin

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Eredogan di pêwendiyeke telefonî de dawî pêşhatên li Idlibê gengeş kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Eredogan di pêwendiyeke telefonî de dawî pêşhatên li Idlibê gengeş kirin.

Li gor daxuyaniya Kremlinê, Putin û Erdogan di pêwendiya telefonî de rewşa Idlibê, gurbûna şer li Idlibê û herêma kêmkirina aloziyan û hevrêziya di navbera Enqerê û Moskoyê de derbarê rewşa Sûriyê de hatin guftûgokirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokatiya Tirkiyê di daxuyaniyekê de da zanîn, di pêwendiya telefonî de Erdogan tekezî li ser wê yekê kir, gurbûna şer li Idlibê, metirsiyê dixe ser avakirina Komîta Destûrî ya Sûriyê.

Herwiha Erdogan rêjîma Sûriyê jî tometbar kir, ku hewl dide hevkariya Tirkî – Rûsî li Idlibê pûç bike û ziyanê digihîne danûstandinên Astanayê.

Ji 30î Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê û firokeyên Rûsyayê êrîşên xwe li ser parêzgeha Hema û Idlibê tund kirine û di encamê de bi sedan kes hatine kuştin û zêdetir ji 150 hezar kesî derbider bûne.

 

S. B