Li Geverê leşkerekî Tirk hate kuştin

Li Bakurê Kurdistan li navçeya Gever ya Colemêrgê, şer derket û leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistan li navçeya Gever ya Colemêrgê, şer derket û leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.

Parêzgerê Colemêrgê bi daxuyaniyekê da zanîn: Li Navçeya Gevera Colemêrgê li herême Cilo baregeheke wan rastî êrişa gerilayên PKKê hat. 

Parêzgerê Colemêrgê aşkere kir, di encama êrişa gerilayên PKKê de leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin.

Li gorî agahiyan, deverav  Zêrê, Talanê û Bazê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de ji Doh ve şer û pevçûn berdewam e.

Di operasyona artêşa Tirkiyê de helîkopter û firokeyên şer yên F-16 jî deverê bombebaran dikin.

 

S. B