Sîrwan Barzanî: Bi kontrolkirina çiyayê Qereçox metirsiyên DAIŞê li ser Mexmûrê bidawî dibe

Çekdarên DAIŞê li Mexmûrê agir berdan zeviyên genim ên Kurdan û dişewitînin. Berpirsê Mihwerê Mexmûr – Giwêr ê hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî dibêje, çareserî ji bo wan destdirêjiyan ew e, çiyayê Qereçoxê were kontrokirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûrê agir berdan zeviyan û û ziyan gihandin genim û zeviyên xelkê wê navçeyê.

Berpirsê Mihwerê Mexmûr – Giwêr ê hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî di wê derbarê de ji K24ê re ragihand, ji 3 rojan ve DAIŞ genimê cotkarên wê navçeyê dişewitîne. Ew navçe di bin desthilata hêzên Iraqî de ne û ew nikarin kontrola rewşê bikin.

Got jî, heger operasyon nebe û çiyayê Qereçox ji çekdarên DAIŞê neyê pakirin, ew êrîş dê berdewam bibin. Me daxwaz ji Bexdayê kir ku hêzên Pêşmerge opersyonekê encam bidin û xelkê wan gundan biparêzin.

S. B