Tirkiye li ser sê deryayan rahênana herî nezin pêk tîne

Di heyama ku Ji ber aloziyên derdora Qibrisê û gera gazê ya li rojhelatê deryayaspî pêwendiyên Tirkiyê bi gelek welatan re aloz in Artêşa Tirkiyê bi serkêşiya Fermandariya Hêzên Deryayî li Deryayên Ege, Behrareş û BehraSpî rahênana deryayî ya ku di dîroka komara Tirkiyê de rahênana herî mezine pêk tîne.

K24- Enqere

Di heyama ku Ji ber aloziyên derdora Qibrisê û gera gazê ya li rojhelatê deryayaspî pêwendiyên Tirkiyê bi gelek welatan re aloz in Artêşa Tirkiyê bi serkêşiya Fermandariya Hêzên Deryayî li Deryayên Ege, Behrareş û BehraSpî rahênana deryayî ya ku di dîroka komara Tirkiyê de rahênana herî mezine pêk tîne. 131 keştiyên şer, 57 Belafir, 33 firokeyên şer û 25 hezar û 900 leşker di heman demê de desbi vê rahênanê kiriye û dê heta 25ê Gûlanê berdewam bike. Gelo Tirkiye bi vê rahênanê dixwaze çi peyamê bide? Derbarê bersiva vê pirse de pisporê ewlehiya Tirkiyê Murat Aslan dibêje ku di heyama bı dehan hêzên kurevî li deryayaspî bicih bûne û aloziya navbera Îran û Amerkayê de gur dibe Tirkiye jî hêza xwe nîşan dide.

Murat Aslan -pisporê ewlehiyê, dibêje:"Ne tenê li Deryayaspî û Egeyê di heman demê de li sê deryayan ev rahênan hate kirin. Peyama Tirkiyê bi vê yekê ew e; li dijî Tirkiyê ser deryayan ji aliyê kî ve êrîşek pêk bê hemberî wê yekê hêzên hewayî û deryayî dê her amade ne. Di heyam ku li deryayspî keştiyên şer yên 44 welatan lê bicih bûne û li ser parvekirina enerjiyê Tirkiye tune tê hesibandin peyamek ji bo wê derê jî tê dayîn. Tirkiye çawa ku bi hêzên bejayî li Sûriyê heye bi vê rahênanê jî dibêje ez li Deryayaspî jî heme."

Hin pisporên din jî yên ku balê dikşînin ser gengeşiyên Tirkiyê yên bi Amerîka û NATOyê re dibêjin Tirkiye bi van hewlên xwe giringi û hêza xwe nîşanî vana dide û du armancên sereke yên van gavên Tirkiyê hene.

Mîthat Işik -pisporê ewlehiyê, dibêje:"Di serdema ku Tirkiye bi NATO û Amerîkayê re di nava rageşiyê de ye ev rahênanên têne kirin ne tesadûfî ne û Tirkiye heta niha qet tiştekî wiha nekiribû. Di nava 3 mehan de du rahênanên herî mezin yên komara Tirkiyê hatin kirin. Du armancên van rahênana hene. Yek ji Amerîka û NATOyê re

dibêje ez hêzeke mezin im û bêyî min tevnegerin. Ya din jî bi ceribandina çekên nû hişyariyê dide Yewnanîstan û hevkarên wê."

Artêşa Tirkiyê di navbera 27ê Sibat û 6ê Adara 2019an de jî bi pêşengiya farmandariya hêzên deryayî li Behrareş, Ege û Rojhelatê Deryayaspî rahênana deryayî, di 4 û 22ê Sibatê li Qersa bajarê Bakurê Kurdistanê jî rahênana bejahî ya herî mezin pêk anîbûn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/37bcb923-1cef-4dd2-bd60-11df8b5c1c47/051619CQP(1).ism/manifest