Diyarbekir: Tawan li hember Sûrên dîrokî tên kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Jora Endezyaran ya Diyarbekrê dibêje: Wezareta Bajarvaniya Tirkiyê li hemberî Sûrên Amedê tawanan dike.
Serokê Jora Endezyaran ya Bajarê Diyarbekrê Şerefxan Aydin bi daxûyaniyekê got: Karê nûjenkirinê bi makînên ne guncaw ve, tên kirin. Jiber deng û hatinûçûna makînan, deverên dîrokî, jibinî ve dihejin.
Şerefxan Aydin da zanîn: Sûrên Amedê di nav Mîrasa Navdewletî UNESCO yê de ye, ev sazî jî, li hemberî vê xerapkariyê bêdeng e.
Serokê Jora Endezyaran got: Di bin nave çêkirina parkên milet de, bin dîwarên Sûran, hemû kirin e beton, ku ne karê Endezyari bû ye.
Şerefxan Aydin bang li UNESCOyê û Wezareta Bajarvaniyê kir, da ku kontrolekê li ser kar û xebatên nûjenkirina Sûra Amedê, bikin.
C.B