Mesûd Tek: Tirkiye bûye goristana partiyên siyasî

Du partiyên Kurdistanî ên Bakurê Kurdistanê PAK û PSKê li dijî egera girtina partiyên xwe dest bi kampînê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Du partiyên Kurdistanî ên Bakurê Kurdistanê PAK û PSKê li dijî egera girtina partiyên xwe dest bi kampînê dikin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) daxwaz ji raya giştî ya Kurdistanê û sazî û dezgehên sivîl dikin, beramberî egere girtina partiyên Kurdistanî helwest bigrin û hevkariya wan bikin. PAK û PSK dibêjin, ewê li dijî egera girtina partiyên xwe dest bi kampîneke berfireh bikin.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de cih digire ji lîsteya partiyên siyasî derxistiye û ji bo Partiya Azadiya Kurdistan, Partiya Sosyalîsta Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê jî daxwaza girtinê ji Dadgeha Makezagonê kiriye.

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek di konferanseke rojnamevanî de daxuyanî ji raya girtî re ragihand û got: “Dewleta Tirkiyê ji damezrandina xwe ve hebûna Kurd û welatê wî înkar kiriye. Bersiva hemû daxwazên netew, demokratîk û rewa daye ber tank û topan. Pişaftina gelê Kurd, sirgûnkirina Kurdan, wêrankirina gundên Kurdan, komkujî û jenosîd bûne bingeha siyaseta dewleta Tirk di pirsa Kurd û Kurdistanê de û dimeşîne.”

Diyar kir, “Di nîvsedeya derbasbûyî de 30 partiyên ku bîr û baweriyan wan bi siyaseta dewletê re nediguncî hatine girtin. Di salên nodî yên sedsala bûrî de gelek partî ji ber ku pêşniyazên xwe li ser pirsa Kurd hebûn, hatin daxsitin. Ji ber wê Tirkiye bûye goristana partiyên siyasî. Heger daxistina partiyan bibûye derman, diviyabû Tirkiye niha bûna dewleteke bê derd û pirsgirêk.”

Tek got jî: “Em tekeziyê li ser vê yekê dikin, ne me Kurd û Kurdistan afirandiye, netewa Kurd yek ji kevintirîn meteweyên Rojhilata Navîn e û Kurdistan jî navê welatê wî ye. Tiştê ku me kiriye ew e, me rastiya Kurd û Kurdistanê bi navê xwe aniye ziman û ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdisatanê, pêşniyazên demokratîk û aştîxwaz pêşkêş kirine. Gûman tê de nîn e ku çareserkirina pirsa bi awayekî dadperwerane li ser bingeha wekheviya her du milatan li Tirkiye û herêmê, rê li ber demokrasî, aramî û aştiyê xweş dike.”

Herwiha got jî: “Partiya me ji bo bicihkirina armancên xwe riyên demokratîk û rewa dane ber xwe, li ser çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane rijd bûne, her dem ji riyên tundûtûjiyê dûr bûne, ders û pebdên derbasbûyî nîşan didin ku zulim, zor û tundî, qedexekirin û daxistina partiyan ti caran pirsên Tirkiyê çareser nekirine û ji îro û pê ve jî çareser nake. Riya çareseriyê bi ferehalî û demokrasiyê li Tirkiyê, bicihkirina hiqûqa navnetewî bi amadekirina desta pirnetewî û pirolî geştir û xweştir dibe. Herwiha hebûn û mafê Kurdan yên li ser bingeha wekhevî bên pejirandin, heger bi vî awayî be, pêwîst nake êdî partî bên daxistin.”

 

 

S. B