Tirkiye kirîna petrola Îranê rawestandiye

Berpirsekî bilind ê Tirkiyê ragihand, ji destpêka vê mehê ve Tirkiyê bi yekcarî dest ji hawirdkirina petrola Îranê berdaye û pabendî sizayên Amerîka li ser Îranê bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî bilind ê Tirkiyê ragihand, ji destpêka vê mehê ve Tirkiyê bi yekcarî dest ji hawirdkirina petrola Îranê berdaye û pabendî sizayên Amerîka li ser Îranê bûye.

Ajansa “AFP” li ser zarê berpirsekî di nava şanda Wezareta Derve ya Tirkiyê bo Washingtonê de belav kir, ji ber ku Tirkiye hevpeymana Amerîka ye, me rêz li biryara Washingtonê ya sizayên li ser Îranê girtiye.

Wî berpirsê Tirkî ku nexwastiye navê wî bê aşkerekirin dibêje: “Ji roja 2 Gulanê ve Tirkiye hawirdekirina petrolê ji Îran ve rawestandiye.”

Ji aliyekî din ve raportên medyayî amaje bi wê dikin, Çinê ti daxwazek ji bi kirîna petrola Îranê pêşkêş nekiriye û ji daxuyaniyên berê poşman bûne, ku digotin: Ew guh nadin sizayên Amerîka li ser Îranê û dê bi berdewamî petrola Îranê bikirin.

Amerîka rê dabû welatên wek Çîn, Yonanistan, Hindistan, Îtalya, Japon, Koryaya Başûr, Taywan, Tirkiye û Iraqê bo heyama 6 mehan petrola Îranê bikirin, lê ji roja 2ê Gulanê ve dawî li moletê hat.

 

S. B