Şahoz Hesen: Bê Efrîn danûstandinê bi Tirkiyê re nakin

Hevserok PYDê Şahoz Hesen Heger radigihîne, çi hevdîtin bi Tirkiyê re bê kirin, divê li ser seranserî sînorê Rojavayê Kurdistanê û Efrînê were kirin, cudakirina Efrîn û rojhilatê Firatê ji hevdu, qebûl nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen Heger radigihîne, çi hevdîtin bi Tirkiyê re bê kirin, divê li ser seranserî sînorê Rojavayê Kurdistanê û Efrînê were kirin, cudakirina Efrîn û rojhilatê Firatê ji hevdu, qebûl nakin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li ser hevdîtinên hewalgîriya Tirkiye û rêjîma Sûriyê  ragihand, nêzîkahiya her du aliyan û hevdîtina wan li ser asta îstixbaratî ye û ne ji bo dîtina çareseriyê ye û dema dibînin li Rojavayê Kurdistanî sîstemeke demokratîk bipêş dikeve, ev li cem wan ne cihê rihetiyê ye.

Herwiha got: her du alî rêjîma Sûriyê û rêjîma Tirkiyê bi heman nerîna netewperest li pirsa Kurd dinirin. Heger ji destê wan derkeve dê bibêjin Kurd tune ne, lê heger neçar jî bimînin dibêjin, Kurd hene, lê divê wek neteweyeke cuda behsa mafên xwe nekin. Lê em niha ne tenê behsa mafê Kurd dikin, belkû behsa mafên hemû netewan û sîstemeke demokratîk dikin, bi vê yekê jî zora wan bêhtir diçe.

Li ser dengoya hevdîtinên di navbera PYD û Tirkiyê de, Şahoz Hesen got: Ti hevdîtinên rasterast bi Tirkiyê nebûne. Tirkiye gefa derbasbûna bo nava rojhilatê Firatê dixwe, di vê derbarê de Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybet Amerîka hevdîtinan bi aliyan re dike ji bo vê pirsgirêkê çareser bike.

Li ser pirsa heger Tirkiye bixwaze hevdîtinê bi PYDê re bike, dê helwesta wê çi be, Şahoz Hesen got: Ji aliyê me ti êrîş li ser Tirkiyê nehatiye kirin, berûvajî wê Tirkiye her tim êrîş kiriye û sivîl kuştine û Efrîn dagîr kiriye. Heger çi hevdîtin bê kirin, divê li ser seranserî sînorê Rojavayê Kurdistanê were kirin û bi taybet pirsa Efrînê, heta pirsa Efrînê nekeve rojevê û gavên çareseriyê neyên avêtin, em nikarin bibêjin, dê pirsgirêk çareser bibin. Cudakirina Efrîn û rojhilatê Firatê ji hevdu, rast nabînin. Divê rewşa Efrînê asayî bibe û miletê wê lê vegere û dagîrkerî lê nemîne. Bi vî awayî derfeta diyalogê dê çê bibe.

Derbarê avakirina herêma ewle û projeya Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Tirkiyê James Jeffery de ku herêma ewle dê bê YPG be, Hevserok PYDê got: Di damên dawî hevdîtin bi rayedarên Amerîka û James Jeffery re çê nebûne. Heger dibêjin bila hêzên herêmî herêma ewle biparêzin, ma YPG û hêzên tevlî HSDê bûne, yên çi deverê ne? Xelkê vê herêmê xwe bixwe birêve dibe. Jixwe projeya me ya siyasî û ya leşkerî heman tiştî dibêje, divê xelkê vê herêmê, vê herêmê birêve bibe. Lê pirsgirêk ne ev e, pirsgirêk ew e ku Tirkiye dixwaze wek dagîrker derbasî vê herêmê bibe û ev jî nayê qebûlkirin.

Herwiha got: Divê herêma ewle li seranserî sînor û Efrînê be û çareseriyek jê re bê dîtin û di bin çavdêriya Hevpeymaniya Navdewletî be. Pêkhatiyên bakurê Sûriyê Tirkiye wek dagîrker dibîne û ne razî ne ji hatine Tirkiyê û ev yek bi zelalî ji Hevpeymaniya Navdewletî re hatiye gotin.

Derbarê destpêşxeriyên nêzîkahiya di navbera PYD û ENKSê de û bi taybet destpêşxeriya Fransayê, Hevserokê PYDê got: Em dixwazin gevên cidî di vê pirsê de bêne avêtin û divê li ser perensîpên netewî, giştî û berjewendiyên gelê li Rojavayê Kurdistanê be. Lê Rêverberiya Xweser û hêza berevanî li vê herêmê kiriye û bi hezaran şehîd dane hene. Em dixwazin hemû aliyên Kurdî di nava vê sîstemê de cihê xwe bigirin.

 

 

S. B