Tirkiye: Nivîskarê Kurd Faiq Bulut hate binçav kirin

Li Tirkiyê, ku pêla girtinê berdewam dike, îro jî, Nivîskar û Vekolînarê Kurd Faîq Bulut, hate binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskarê û Vekolînerê Kurd Faiq Bulut li Stenbolê hate binçav kirin.

Li Tirkiyê, ku pêlagirtinê berdewam dike, îro jî, Nivîskar û Vekolînarê Kurd Faîq Bulut, hate binçav kirin.

Ligor radigandina Tirkiyê, Faiq Bulut, li Avcilar a Stenbolê ji aliye polîsan ve hate binçav kirin û li baregehek leşkeri ya Fîruzkoyê de, tê ragirtin.

Hate ragihandin, vekolîna di derbarê Nivîskar Bulut de, li baregeha leşkeri berdewam dike.

Tê texmîn kirin, ku sedema binçavkirina Niviskar Faiq Bulut, jiber pirtûkên wî yên di derbarê Kurdan de û beşdarîya bernameyên televizyonan de be, p bi van egeran hatibe binçav kirin.

 

 

C.B