Tirkiye biryara dersînorkirina Nûnerek ENKS di Opozisyonê de, da
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Ewlekarî yên Tirkiyê biryara dersînorkirina endamek Kurd di DesteyaBilind a Danûstandinan a Opozisyona Suriyê de – Hewas Egîd da, û malbata wî jî, desteser kiriye.
Feysel Yûsif , Endamê Desteya Serokatiya ENKS û Rêkxerê Giştî yê Tevgera Çaksazî ya Kurd li Sûriyê ji Kurdistan24 re ragihand, ko Hêzên Ewlekariya Tirkiyê biryara dersînorkirinê derheqê Hewas Egîd - Endamê Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozisyonê, û Nûnerê ENKS di Itîlafê de û malbata wî da ye, bi behaneya ku navborî metirsî ye liser ewleyiya dewleta Tirkiye. Herweha malbata wî jî, desteser kiriye û demek ji bo derxistina wan ji Tirkiyê destinîşan kiriye.
Feysel Yûsif diyar kir, ku Hewas Egîd bi xwe niha ne li Tirkiyê ye û ji bo karên Desteya Opozisyonê li Bosnayê ye.
Hewas Xelîl Sadûn “Egîd” ji gundewarên Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê ye , û ji destpêka Şoreşa Suriyê tevlî Opozisyonê bû bu, û wek nûnerê ENKS di Itilafê de kar dike.
C.B