ENKS bo Îtîlafê: Grûpên Efrîniyan direvînin û dikujin siza bide

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser kuştina welatiyekî Efrînê di bin eşkenceyê de daxwaz ji Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê dike, wê tawanê şermezar bike kar ji bo rizgarkirina revandiyên Kurd ên li cem grûpên çekdar bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke çekdar roja 13ê vê mehê 3 welatiyên Efrînê Şerefedîn Sîdo, Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî yê 9 salî Mihemed Xelîl dema ji Cindirêsê diçûn Ezazê revandibûn û eşkenceyên hovane bi serê wan anîbûn û li hember berdana wan daxwaza 100 hezar Dolar ji malbatên wan kiribûn.

Roja 22 vê mehê termê Reşîd Hemîd Xelîl di navbera gundên Qestel Cindo û Erebwêranê yên navçeya Şera de kuştî hatibû dîtin û ta niha jî çarenivîsa her revandiyên din jî ne diyar e.

Li ser wê bûyerê, Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ew kiryar bi tundî şermezar kir û ragihand, ev zincîreyên tawanan di bin siya artêşa Tirkiyê de tên kirin, bêyî ku lêpirsênê bi wan grûpên tawanbar re bike û siza bide.

ENKSê daxwaz ji Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê kir, van tawan şermezar bike û destê xwe ji ser wan grûpan rake û kar ji bo rizgarkirina wan revandiyan bike û tawanbaran siza bide.

Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û welatên pêwendîdar kir, sînorekê ji êş û azarên xelkê Efrînê re dane, grûp û çeteyên çekdar ji Efrînê derxîne, rêveberiya Efrînê radestî xelkê wê yê resen bike û bixe bin parastina navdewletî.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, tenê ji bo standina pereyan bi hezaran welatiyên Kurd tên revandin, eşkencedan û ev çend welatî jî di bin eşkenceyê de hatine kuştin.

Sê welatiyên Efrînê yên ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibûn revandin. Kesê di navîn de rawestiye jî di bin eşkenceyê de hatibû kuştin
Sê welatiyên Efrînê yên ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibûn revandin. Kesê di navîn de rawestiye jî di bin eşkenceyê de hatibû kuştin