ENKS: Li benda Fransa ne destpêxeriya xwe aktîv bike

Di meha Nîsana bûrî de şandek ji Rêveberiya Xweser û di nav de hin berpirsên PYDê hebûn û şandek jî ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî seredana Parîsê kirin û bi berpirsên Fransayê re civiyan.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di meha Nîsana bûrî de şandek ji Rêveberiya Xweser û di nav de hin berpirsên PYDê hebûn û şandek jî ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî seredana Parîsê kirin û bi berpirsên Fransayê re civiyan. Fransa jî bi despêşxeriyekê ji bo nêzîkbûnê di nava herdu aliyan de radibe û li gorî agahiyan ji nava ENKSê, herdu aliyên siyasî li ser despêşxeriyê erê kirine û pêşbîn e Fransa di demên bêş de despêşxeriya xwe çalak bike.

Cara yekemîn e ku despêşxeriyeke navdewletî bi armanca nêzîkbûna aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpê dike. Tevlî ku hûrbîniyên vê despêşxeriya Fransî nehatine eşkerekirin jî, lê berpirsên ENKSê tekez dikin, roja 18 Nîsana bûrî li Parîsê hevdîtina rayedarên Fransî bi ENKS û hin berpirsên PYDê û Rêveberiya Xwesr re hatine kirin.

Berpirsên ENKSê dibêjin, wan li ser xalên despêşxeriyê erê kirine, lê bi mercê ku keşûhewayeke guncaw ji aliyê PYD û Rêveberiya Xweser ve bê dabînkirin, wek berdana girtiyên siyasî, vekirina nivîsîngehan û azadkirina jiyana siyasî li Rojavayê Kurdistanê.

Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Nimet Dawûd ji K24ê re got: “Me nameyek şand ji Fransiyan re û me li ser kaxeza wan erê kir û jê re amade ne. PYDê di vê pirsê de dereng ma, lê me bihîst ku wan jî li ser kaxeza Fransî bi giştî erê kiriye. Îcar niha maye Fransî bi karê xwe rabin û çawa gavên baweriyê di navbera me de ava bikin, ji ber ku ew aliyê gerentîkar e.”

Hin aliyên siyasî yên Kurdî dibînin ku rewşa giştî ya Sûriyê û ya Kurdî bi taybetî, gihiştiye astekê ku êdî divê çareyên siyasî jê re bêne danîn, loma ew dibînin ku tevlî gelek hewildanên nêzîkbûnê hatine kirin û têk çûn, lê vê carê egerek e mezin heye, ev despêşxerî biser bikeve û li gorî pêşhatên siyasî di tabloya siyasî ya Sûriyê de ew geşbîn in ku herdu alî bigihine encamên baş.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji K24ê re wiha axivî: “Îro navbênkariya Fransî dike û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, cihê pîrozkirinê ye û em spasiya wan dikin. Ez dibêjim vê carê hêviyên serkeftinê tê de gelekî xurt in, ji ber aloziya tevgera siyasî ya Kurdî gihîştiye asta xwe ya dawî û divê riyekê ji vê aloziyê re bibînin û emê ji vê aloziyê derkevin, dema yekrêzî bicih bibe.”

Li gorî berpirsên ENKSê herdu aliyên siyasî erêkirina xwe ya despêkî ji despêşxeriya Fransayê re diyar kirine û weke gaveke pêşî jî dê li ser avakirina baweriyê di nava herdu aliyan de kar bê kirin, da ku civînên guftûgoyan despê bikin.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên Rêveberiya Xweser jî tekez dikin, du mercên serkeftina her despêşxeriyekê hene ew jî vekişandina ENKSê ji Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî û danpêdana ENKSê bi Rêveberiya Xweser û saziyên wê ne.