Egera şerekî di navbera Amerîka û Îranê de zêde dibe

Gengeşiya di nava Amerîka û Îranê her diçe zêde dibe. Her du welat jî beramberî hev daxuyaniyên tund radigihînin. Amerîka her hêzên leşkeri dişine rojhilata Navîn Îran jî gefa jinavbirina van hêzên Amerîkayê dixwe. Ev rewşa heyî ji aliyê piposrên Tirkiyê jî bi baldarî tê şopandin. Hin pispor dibêjin piştî Cejna Remeenê egera şereke bisînorkirî heye. Hin pispor jî dibêjin eger heye Iraq bibe navenda şerê Îran û Amerîkayê.

K24- Ankara

Gengeşiya di nava Amerîka û Îranê her diçe zêde dibe. Her du welat jî beramberî hev daxuyaniyên tund radigihînin. Amerîka her hêzên leşkeri dişine rojhilata Navîn Îran jî gefa jinavbirina van hêzên Amerîkayê dixwe. Ev rewşa heyî ji aliyê piposrên Tirkiyê jî bi baldarî tê şopandin. Hin pispor dibêjin piştî Cejna Remeenê egera şereke bisînorkirî heye. Hin pispor jî dibêjin eger heye Iraq bibe navenda şerê Îran û Amerîkayê.

Piştî biryara Serokê Emerîkayê Donald Trump ku li dijî Îranê wê digel keştiyên şer 1500 leşkerên Emerîkî jî bişîne Rojhilata Navîn, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf ragihand ku di warê aborî û leşkerî de bila Amerîka cerbiandina şerekî neke em ê hemû hewlên Amerîkayê têk bibin. Herwiha Rawêşkarê Artêşa Îranê Murteza Kurbanî jî diyar kir, ew dikarin bi çekên veşartî wan keştiyên Emerîkayê ku şandine Kendava Basrayê ji nav bibin. Ev gengeşiyên navbera Amerîka û Îranê de ji aliyê pisporên Tirkiyê ve jî ji nêz ve tê şopandin.Bi boçûna pisporê rojhilata Navîn Hasan Oktay piştî cejna remezanê egera şereke bisînorkirî heye navbera her du welatan de û armanca Amerîkayê ya sereke ne Îran e.

Dr. Hasan Oktay -pisporê Rojhilata Navîn, dibêje::"Niha egera operasyonekî ku Amerîka bibe ser Îranê zêde ye.Ya rastî Emerîka bi bilêvkirina operasyonekî, ser Îranê armanc dike ku wê bixe rewşekî asayî da ku bi Emerîkayê re rêkeftinekê ava bike. Piştî Cejna Remezanê egerek heye ku şereke bisînorkirî navbera Îran û Amerîkayê de rû bide. Armanca sereke ya Amerîkayê ne Îran e. Bi lawazkirina Îran û Venezuelayê Amerîka dixwaze pêşiya Çînê bigre û Aboriya wê têk bibe. Ji bo wê yekê jî pêşî welatên ku alikariya Çînê dikin diçewisîne. "

Hin pisporên Tirkiyê yên ku balê dikşînin ser serdana Cewad Zarîf û Mike Pompeo ya Bo Iraqê jî dibêjin ger şereke germ navbera Washîngton û Tehranê de rû bide ku egera şerekî germ jî heye herî zêde Iraq vê zererê bibine Jı loma jî helwesta Iraqê jî girîng e.

Can Acun - pisporê Rojhilata Navîn, got: Geşedanên li Rojhilata Navîn di navbera Îran û Amerîkayê de rû didin bandorê li ser Iraqê jî dike. Mike Pompeo hevdîtinên xwe yên Ewropayê betal kirin û yekser serdana Iraqê kir û çend ultîmatom dane Serokwezîrê Iraqê. Herwiha Wezîrê Derve yê Iranê Cewad Zarîf jî serdana Iraqê kir. Bandora Washîngton û Îranê li ser Iraqê heye û dibe ku ew der bibe

navenda şerê her du welatan. Di şereke germ de herî zêde dê Iraq zirarê bibine ji loma jî helwesta Iraqê girîng e.

Herwiha hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew amade ne navbera Îran û Amerîkayê de bibin navbeynkar. Pispor jî amaje pê dikin ku bi navbeynkar Tirkiye û Iraqê dibe ku rêya diyalog û çareseriyekê bê peydakirin navbera Washîngton û Tehranê de.