Qubad Talebanî pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya Hilbijartina wî wek Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya Hilbijartina wî wek Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike û radigihîne: “Dilniya me jêhatîbûn û lênihêrîna wî di erkê wî yê giran de serkeftî dibe, ku beşek jê ji bo rêxistina navmala Kurdî dibe.”

Qubad Talebanî dibêje: “Cihê şanaziyê bû ku me pênc salên dijwar bi hev re derbas kirin, Dilniya me jêhatîbûn û lênihêrîna wî di erkê wî yê giran de serkeftî dibe, ku beşek jê ji bo rêxistina navmala Kurdî dibe.”

Îro Parlemantoya Kurdistanê bi armanca hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê civiya. Di civînê de ji koma dengên 81 parlemantaran Nêcîrvan Îdrîs Barzanî bi destxistina dengê 68 parlemanteran wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

 

S. B