K24 dema raspardina Mesrûr Barzanî bi pêkanîna hikûmetê aşkere dike

Endamekî Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkere dike, di demên pêş de biryara YNKê di çawa be jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de dê pêk were.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endameke Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkere dike, di demên pêş de biryara YNKê di çawa be jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de dê pêk were.

Bi hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê re, Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke siyasî ya nû bû û pêngavên girîng ên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê hatin derbaskirin. Her çend e firaksiyona YNK û Neviyên Nû beşdarî civîna hilbijartina Serokê Herêmê nebûn û karvedanên cuda derketin, lê endama Serkirdatiya PDKê Çinar Seid Ebdulah dibêje, heger YNKê çi biryarê bide, dê hikûmet were pêkanîn.

Endama Serkidatiya PDKê Çinar Seid Ebdulah ji K24ê re got: “Em hêvî dikin, hêzên biryar dane û bi me re rêkeftin îmze kirine, bi hev re hikûmeteke bihêz pêk bînin, ji ber xelkê Kurdistanê çaverê dike ku bê pêkanîn. Bi her egerekê, heger komdengî nebû û her aliyek nekarî pabendî wan rêkeftinan bibe, di baweriya min de em ê pir dereneg bimînin, ji ber wê ev prose dê berdewam bibe.”

Li gor dema Parlemantoyê diyar kiriye, Nêçîrvan Barzanî 10ê Hezîrana 2019an de sûna yasayî dixwe û pêkhate jî beşdarî pêkanîna hikûmetê dibin.

Li gor zanyariyên K24ê, Parlemantoya Kurdistanê roja 10ê Hezîranê li hola Seid Ebdula dicive û Serokê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî dixwe.

Herwiha biryar e jî roja 12ê Hezîranê jî Serokê Herêma Kurdistanê di merasîmekê de Mesrûr Barzanî bi pêkanîna hikûmetê rasperde bike. Serokê raspardeyî bi hikûmetê jî moleta 30 rojî jê re heye, kabîneya nû ya hikûmetê pêk bîne.  

 

S. B