Erdogan Belgeya Reformên Yasayî radighîne

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje: Em dê eşkencê, û reftara xerap, daxin qonaxa sifirê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje: Em dê  eşkencê, û reftara xerap,  daxin qonaxa sifirê.

Erdogan, ku ligor krîterên Ewrûpa pêwîst e hin biryaran bicîh bîn e, Belgeya Reformên Yasayî, ragihand.

Erdogan diyar dike: Ev reform ne ji bo Yêkitîya Ewrûpa, her wiha ji bo gelê wan gavên giring in.

Recep Tayip Erdogan diyar dike:

Ji bo Tirkiye di pêvajoya Yekitîya Ewrûpa de, xala herî bingehîn, paketên çaksazî yên yasayî bûn e. Ev reform ne ji ber wê yekê ne, ku Yêkitîya Ewropa dixwaze, lê belê pêwistiyek yasayî ya gelê me ye jî. Di dema Belgeya Reformên Yasayî hatî amade kirin de, krîterên Yekitîya Ewrûpa berçav hatin girtin. Pêşxistina demokrasiya welat û dadperwerî gavên giring in. Taybet di warê sizayên ramana azad de, dê gavên pêwist bên avêtin. Ev belgenameya Reforman, dê dinav welatiyan de, baweriyek qayim ji bo dadê durist bike. Paketa Reforman 63 armancan bi xwe ve digre. Xalên giring, biryarên dadwer û dozgeran, kontrolkirina internetê, perwerdeya yasayî û xebatên pîşeyî bi xwe ve digre. Hebûna eşkencê, û reftara xerap, em dê, daxin qonaxa sifirê.

 

 

C.B