Tirkiye liser Idlibê tê ser xeta Rûsya?

Putin û Erdogan tekeziyê li giringiya girtineber a rêkarên aktîv ji bo jinavbirina grûbên terorî li bakurê rojavayê Sûriyê dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Putin û Erdogan tekeziyê li giringiya girtineber a rêkarên aktîv ji bo jinavbirina grûbên terorî li bakurê rojavayê Sûriyê dikin.

 Di daxûyaniyekê de Kremlinê ragehand, Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtin û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan pêşhateyên li Îdlibê gengeşe kirin.

Kremlinê diyar kir, Pûtin û Erdogan tekezî li karê hevbeş bi armanca peydakirina aramiyê li parêzgeha Îdlibê kirin, di nav de girtineber a rêkarên aktîv ji bo jinavbirina grûbên terorî.

Kremlin eşkere jî kir, ji bilî rewşa Îdlibê, Pûtin û Eredogan behsa hejmareke babetên girêdayî her du welatan kirin, û liser berdewamiya pêwendiyên di navbera xwe de lihev kirin.

Serokê Rûsya û Serokomarê Tirkiyê li 15ê Îlon a sala borî li Soçî ya Rûsyayê liser avakirina navçeya kêmkirina şer li Îdlibê lihev kiribûn, lê heta niha şer li wê navçeyê berdewam e.