HDP ji Tirkiye daxwaz dike danûstandinan ligel PYD deyne

Partiya Demokratîk a Gelan HDP banga danûstandina bi PYDyê re li hikûmeta Tirkiyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan HDP banga danûstandina bi PYDyê re li hikûmeta Tirkiyê dike.

Berdevkê HDPyê Gunay Kubîlay dibêje, Hikûmeta Tirkiyê pêştir Serokê Suriyê Beşar Esed wekî kujer binav dikir, lê niha ji bo Kurd li Suriyeyê nebin xwedî statû bi Esed re dest bi danûstandinan kiriye.

Ger Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn bibe welatekî rêzdar û mezin bibe, divê dest ji operasyonên xwe yên li Suriyê berde û siyasetek aştiyane birêve bibe. Divê hikûmeta Tirkiyê bi PYDyê re jî, dest bi danûstandinan bike.

Gunay Kubîlay diyar dike:

 “Hikûmeta Tirkiyê ji bo Kurdên Suriyê nebin xwedî statû, bi Serokê Suriyê Beşar Esed re dest bi danûstandinan kiriye. Lê hikûmeta Tirkiyê pêştir Serokê Suriyeyê wekî kujer binav dikir.

Madem hûn ji bo berjewendiyên xwe bi kujerekî re dest bi danûstandinan dikin û vê yekê rewa dibînin, hûn çima bi xelkên Rojava re jî danûstandin nakin. Divê Tirkiye ji bo çareseriyeke demokratîk bi PYDyê re hevdîtinan bike û di avadankirina Suriyê de siyasetek aştiyane birêve bibe”.

 

 

 

 

C.B