Şanda Fransî seredana Kobanî kir

Şandek pênc kesî ya Fransî bi Serokatiya Seroka Komîteya Karûbarên Derve di Civata Nûnerên Fransa de Maryal du Sanîz seredana bajarê Kobanî yê rojavayê Kurdistanê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandek Fransî di seredanekê de ji bo bajarê Kobanî radighîne, divê çekdarên DAIŞê yên biyanî, li cihê ku hatine têkşikandin, bên dadgeh kirin.

Şandek pênc kesî ya Fransî bi Serokatiya Seroka Komîteya Karûbarên Derve di Civata Nûnerên Fransa de Maryal du Sanîz seredana bajarê Kobanî yê rojavayê Kurdistanê kirin, û digel berpirsên Rêveberiya Xweser li wî bajarî civiyan.

Seroka Komîteya Karûbarên Derve di Civata Nûnerên Fransa de, di kongreyek rojnamevanî de ragihand, ew wek rêzgirtinek ji kesên ku di şerê li dijî DAIŞê de canê xwe jidest dan e, hatine Kobanî û got, xelkê navçeyê, ne tenê ji bo navçeyê canê xwe ji dest dan e, lê di ber hemû cîhanê de bûn e qurbanî.

Navborî gut jî, divê çekdarên DAIŞê yên biyanî, li cihê ku lê hatine têkşikandin, bên dadgeh kirin.

Biryare sibe jî, ew şanda Fransî seredana navendên Meclîsa Sûrya Demokrat û Rêveberiya Xweser li bajarokê 'Ên 'Îsa bike.

 

 

C.B