Turan: Çi bibe bila bibe, em mûşekên S400an dikirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Grupa AKP li Parlamena Tirkiyê Bulent Turan dibêje: Biryar liser mûşekên S400 hatiye dayin, pêwîstî gotûbêjan nîn e. Ji sedî sed ew dê wan bîn in Tirkiyê.
Bulent Turan got: Sîstema S400 di yêk demjimêrî de 18 hezar km diçe û pêwistiya welatê wan pê heye û biryar liser hatiye dayîn.
Turan diyarkir: Gotûbêjên paşxistinê bê wate ne, berdêla wê çi dibe bila bibe, peyman tê bicîh kirin.
Bulent Turan got: Jibo betalkirina sistema S400 an, givaşek mezin liser wan heye, lê ev sistem derfetên mezin a parastinê dide welatê wan.
Her wiha di daxûyaniyê da got: Li ser sinorên wan sistemên mûşekan hatine bicîh kirin, li derdorên Qibrisê jî her wisa, dema wan zanî Emrika F35 nade wan, wan jî S-400 kirîn.
C.B