HDP: Kurdên Stenbolê deng nadin Binalî Yildirim

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigihîne, Kurdên Stenbolê ji ber bikaranîna navê Kurdistanê, dengê xwe nadin Bînalî Yildirimî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigihîne, Kurdên Stenbolê ji ber bikaranîna navê Kurdistanê, dengê xwe nadin Bînalî Yildirimî.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî bersiva namzetê AK-Partiyê yê Şaredariya Stenbolê Bînalî Yildirimî dide û dibêje: AK-Partî di siyaseta xwe ya li hember pirsa Kurd de, ne dilsoz û dirûst e. Berpirsên AK-Partiyê li Stenbolê dibêjin Kurdistan nîn e, lê li Diyarbekirê dibêjin heye.

Herwiha got, Bînalî Yildirim ji bo Kurd dengê xwe bidin wî li Diyarbekirê peyva Kurdistanê anî ser zimanê xwe. Lê Kurdên Stenbolê dengên xwe nadin wî.

Duh Bînalî Yildirim serdana Diyarbekirê kiribû û  gotibû, di dema avabûna parlementoya Tirkiyeyê de, parlementerên Kurdistanê jî hebûn.

 

S. B