Bakurê Kurdistanê: Li Çelê 327 hevwelatî bijehrî ketin e

Li navçeya Çelê ya Colemerga bakurê Kurdistanê, bi sedan welatî jiber ava vexwarinê, bi jehrî ketin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Çelê ya Colemerga bakurê Kurdistanê, bi sedan welatî jiber ava vexwarinê, bi jehrî ketin.

Li navçeya Çelê, duhî di encama xebatek bajarvaniyê de, avên vexwarin û kanalisazyonan tevlihev bûn e û bi sedan kes li taxên  Cuhuyan, Qesran, Kelê, Taxî û Rezan bi jehrî ketin e.

Ligorî agahiyên K24, ji duhî ve 327 kes veguhastine bo nexweşxana Dewletê ya Çelê û Colemêrgê û her ku diçe hejmara nexweşan zêde dibe.

Civaka Navçeyê, Serokê Bajarvaniya Çelê ku  di hilbijartinên 31ê Adarê de AKP hatî hilbijartin, wekî berpirsyarên vê jehrîbûnê dizan in.

 

 

C.B