Seferên yekerast ên Hewlêr- Dusseldorf destpê kirin

Seferên yekerast ji paytexta herêma Kurdistanê bo bajarê Dusseldorf a Almanyayê destpê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Seferên yekerast ji paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê bo  bajarê Dusseldorf a Almanyayê destpê kirin.

Birêvebira Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Talar Faiq ji Kurdistan24 re diyarkir, ku îro seferên yekerast ên di navbeyna Hewlêr-Dusseldorf a Almanyayê de destpê kirin.

Faiq destnîşankir, ku niha seferên yekerast bo Dussldorfê di hefteyê de dê yek roj bin.

Meha borî jî, seferên yekerast bo bajarên Koln a Almanya û Eindhoven a Hollandayê destpê kiribûn, jib o wan bajaran sefer di hefteyê de 3 roj in.

Faiq herweha anî ziman, ku rewşa firînên belafiran ji Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji dema berî dorpêçan jî zêdetir bû ye.

Ji Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê di rojê de 56 sefer pêk tên, ku hejmara zêde ji bo welatên derve ye.

 

 

C.B