Heskîf dikeve bin bendava Ilisu
K24 Navenda Nûçeyan
Bajarê Heskifê yê Bakurê Kurdistanê ku xwediyê dîrokek 12 Hezar salan e, 10ê Heziranê dikeve bin bendava Ilısuyê.
Di bin pêşengiya Rêxistina Vejîna Heskifê û Tevgêra Siruştî ya Mezrabotan de, çalakiyan parastina Heskifê, bi beşdarîya Parlamenterên Bakurê Kurdistanê, Ewropa û partiyên sîyasî hat birêxistin kirin.
Bajarê Dirokî Heskîf ê Bakurê Kurdistanê di roja 10ê Heziranê de, dikeve bin bendava Ilısuyê.
Çalakiyên Rêxstinên Sivîl, ji duhî ve li 35 bajaran û derveyî Tirkiyê dest bi çalakiyan kirin e.
Di diruşmeya rêxistinên sivîl de, "Jibo Heskifê ne dereng e" ev çalakî tên lidar xistin.
Di çalakiyê de, bang li Serokomarê Tirkiyê Erdogan kirin, da ku vê devera dirokî Heskîfê nekeve bin bendavê.
C.B