AK Partî: Emê tabelaya bi Kurdî a Bedlîsê vegerînin

AK Partî ragehand, tabelaya bi Kurdî ku ji avahiya Şaredariya Bedlîsê anîne xwarê, ewê careke din daleqînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

AK Partî ragehand, tabelaya bi Kurdî ku ji avahiya Şaredariya Bedlîsê anîne xwarê, ewê careke din daleqînin.

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Vedat Demîroz yê di dema derbasbûyî de parlamenterê Bedlîsê bû da xuyakirin, tabelaya bi Kurdî ya bi biryara şaredarê AK Partî ji avahiya şaredariyê anîne xwarê, dê careke din li şûna wê deynin.

Demîroz li Stenbolê serdana Komeleyên Hevkariya Bedlîsê kir, di serdanê de mijara daxistina tabelaya bi Kurdî jî hat rojevê. Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê da xuyakirin, daxistina wê tabelayê şaş dibînin û di zûtirîn dem de ewê deynên şûna wê.

Şaredarê AK Partî yê Bedlîsê Nesrullha Tanxlay tabelaya bi Kurdî ya navê Şaredarî û ya pêşwazîkirinê anîbûn xwarê û şûna wan tenê yên bi Tirkî hiştibûn.

Helwesta şaredarî di nav welatiyan de bibû sedema nerazîbûnên mezin û li ser torên civakî jî kempîn hatibûn destpêkirin.

 

S. B