Imamoglu liser Kurdî bersîva K24 da!

Ekrem Imamoglu de, liser pirsa peyamnerê Kurdistan24 girêdayî xizmetên bi Kurdî di çarçoveya şaredariyê de...

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîna bi navê – Çareseriyên ku dê hesankariyan li Stenbolê de peyda bikin – de, Namzedê şaredariya Stenbolê yê CHP Ekrem Imamoglu , liser pirsa peyamnerê Kurdistan24 girêdayî xizmetên bi Kurdî di çarçoveya şaredariyê de, diyarkir, ku:

 “Zimanê Kurdî an jî stranên Kurdî perçeyek ji civaka Tirkiyê ne. Nabe li dijî Kurdî cûdakarî were kirin. Bêgûman di dema şaredarbûna min de stranên Kurdî dê hebin. Ji bo fêrkirina zimanê Kurdî jî,  li gor daxwaza welatiyan em dê xizmet bikin. Belkî ji zimanên din zêdetir em dê xizmeta Kurdî bikin. Bila ti kes gûmanan ji me neke”.

 

 

C.B