Bayik: Liser Herêma Ewle Amerika navbeynkariyê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Koma Civakên Kurdistanê KCK eşkere dike: Bi navbeynkariya Amerîkayê tê xwestin, liser sînorê Tirkiye û Suriye heta 5 kîlometreyan herêmeke ewle were avakirin.
Hevserokê KCK Cemîl Bayik dibêje, Amerîka di navbera Tirkiye û HSDyê de ji bo avakirina herême ewle navbeynkarî dike. Amerîka dixwaze liser sînorê Tirkiye û Suriye li deverên derveyî bajaran bi hêzên parastina sînorî, heta 5 kîlometreyan herêmek ewle ava bike.
Hêzên sînorî jî, dê ji xelkê wê deverê bin. Lê deverên ko di destê YPG û HSDyê de ne, ji xwe herêmên ewle ne û ew hêz jî, xelkê wê deverê ne. Zehmet e, ko hêzên siyasî yên rojavayê Kurdistanê zextên Tirkiye û Amerîkayê yên di derbarê avakirina herêma ewle de qebûl bikin.
C.B