Kiliçdaroglu pîrozbahiya Serokê herêma Kurdistanê kir

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bi egera hilbijartina Wî bo Serokatiya herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozkir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bi egera hilbijartina Wî bo Serokatiya herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozkir.

Kemal Kiliçdaroglu bi rêya telefonê pêwendî ligel Nêçîrvan Barzanî danî û daxwazên xwe yên serfiraziyê ragihandin.

Kiliçdaroglu, herweha daxwazên xwe yên hevdîtinê ligel Nêçîrvan Barzanî anî ziman. Diyarkir, ku di dema seredana Serokê herêmê bo Tirkiye de daxwazyar e ligel Wî hevdîtinê bike.

Nêçîrvan Barzanî jî, bi egera pîrozbahiyên Kiliçdaroglu spasiyên xwe ragihandin.

 

 

C.B