Erdogan: Ger Sûriye carek din êrîş bike, dê bersivek tund werbigre

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got: Eger Rejima Suriyê carek din êrişê bîn e ser xalên wan ên li Idlibê, ew dê bersivek tund bidin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got: Eger Rejima Suriyê carek din êrişê bîn e ser xalên wan ên li Idlibê, ew dê bersivek tund bidin.

Erdogan da zanîn: Ew liser daxwaza gelê Suriyê li Idlibê ne û dixwazin aştî û aramiyê durist bikin.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir: Wan di encama êrişên ser baregehên wan yên Idibê de, şehîd û brîndar dan e.

Recep Tayip Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:

“Di encama êrişan de brindarên me çê bûn. Şehidên me çêbûn. Me bersivek tund daye van êrişan. Eger Rejima Suriyê êrişên xwe li ser Xalên me yên çavdêriyê berdewam bike, em bêdeng nabîn û dê bersivek tund bidin. Çi pêwist e dê bikin”.

 

 

C.B