YNKê kandîdên postên hikûmetê yekalî dike

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê dicive û çend pirsên sereke guftûgo dike, yek ji wan jî pirsa postan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê dicive û çend pirsên sereke guftûgo dike, yek ji wan jî pirsa postan e.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro berî nîvro Polîtburoya YNKê bi serokatiya Kusret Resûl dicive. Di civînê de ji bilî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û navçê, YNK karnameya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê û kandîdên xwe ji bo postan yekalî dike.

Got jî: Her di vê civînê de, YNKê kandîdê postê Parêzgarê Kerkûkê û civîna wê ya bê bi PDKê re gotûbêj dike, ku biryar e di çend rojên bê de ew pirs yekalî bibe.

Roja 12ê Hezîranê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat rapardin, li gor fermana herêmî jî divê di heyama 30 rojî de kabîneya nû bê pêkanîn.

 

S. B