Rapirsiya ORC: Yildirim li pêş Imamoglu ye

Li gorî Rapirsiya Şêwirmendiya Perwerdeya Vekolinê ORCê, Namzetê AKPê Bînalî Yildirim 0.6 Puanan pêşiya Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gorî Rapirsiya Şêwirmendiya Perwerdeya Vekolinê ORCê, Namzetê AKPê yê Şaredariya Stenbolê Bînalî Yildirim  0.6  Puanan pêşiya Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu ye.

Rêxistina Vekolinê ORCê di navbera 12 û 15ê Heziranê de, li gel 7 hezar kesan rasterast hevdîtin çêkirin.

Di encama vekolînê de, bi rêjeya kêm Namzedê Hevpeymaniya Cumhur Bînalî Yildirim li pêşiya Namzedê Hevpeymaniya Milet Ekrema Îmamogluye.

Li gorî encamê, Bînalî Yildirim 48.3 Ekrem Îmamoglu jî, 47,7 tê eşkere kirin.

Vekolîna Rêxistina ORCê ya heyva derbasbûyî, Ekrem Îmamoglu 0.7 Puanan li pêşiya Bînalî  Yildirim bû.

Di rapirsiya dawî de, dengdêrên bê layan, ku ew jî, Kurd in, dê encamê diyar bikin.

 

 

C.B