Mesrûr Barzanî dest bi danûstandinên bi partiyên siyasî re dike

Raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest bi danûstandina bi partiyên siyasî re dike û îro bi Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest bi danûstandina bi partiyên siyasî re dike û îro bi Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dicive.

Jêderekî ji nivîsgeha Mesrûr Barzanî ji K24ê re ragihand, Jêderekî ji nivîsgeha Mesrûr Barzanî ji K24ê re ragihand, Mesrûr Barzanî bi armanca danîna plana danûstandinan bi aliyên dixwazin beşdariyê di kabîneya nehem de bikin, ligel şanda danûstandkar a berê ya PDKê civiyabû. Îro jî bi Polîtburoya PDKê re dicive.

Li gor daxuyaniyeke Nivîsgeha Taybet a Mesrûr Barzanî, îro pêş nîvro Mesrûr Barzanî  ligel şandekê serdana aliyên siyasî yên dixwazin beşdariya di kabîneya nehem de bikin dike, destpêkê jî serdana Polîtburoya PDKê dike, wek yekema hilbijartinên 30î Îlona 2018an.

Mesrûr Barzanî roja 11ê Hezîrana 2019an ji aliyê Fraksoyona PDKê bo pêkanîna kabîneya nehem hat kandîdkirin û piştre jî Parlemanto pesend kir û roja 12ê Hezîranê jî bi fermaneke herêmî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat raspardin.

 

S. B