PDK-S girêdana kongir û rewşa Îtîlafê guftûgo dike

Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) civîna xwe li Hewlêrê birêve dibe û rewşa partiyê di nava ENKS û Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de û girêdana kongreyê giştî guftûgo dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) civîna xwe li Hewlêrê birêve dibe û rewşa partiyê di nava ENKS û Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de û girêdana kongreyê giştî guftûgo dike.

Peyamnêrê K24ê li da zanîn, îro endamên Komîta Navendî ya PDK-Sê ji hundirê Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Ewropa gihîştine Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê û îro demjimêr 10:00 dest bi civîna xwe ya asayî ya berfereh kirin.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdilkerîm Mihemed derbarê vê civînê de ji K24ê re ragihand, ev civîn asayî ye û her salekê civîneke wiha tê kirin, tê de li ser rewşa partî bi giştî di warê siyasî û rêxistinî tê guftûgokirin.

Got jî: Di vê civînê de Komîta Navendî ya PDK-Sê rewşa xwe di nava ENKS, Îtîlafa opozîsyona Sûriyê  de û girêdana kongreyê giştî guftûgo dike.  

 

 

S. B