HDP: Berdana Demîrtaş berî hilbijartina Stenbolê ne pêkan e

Li hin dezgehên ragihandina Tirkiyê gotinên wek "Selahattîn Demîrtaş Hevserokê berê yê HDP beramberî piştgiriya dengdêrên Kurd bo AK Partî beriya hilbijartina Şaredariya Stenbolê wê serbest were berdan" ji aliyê HDP ve hat derevandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li hin dezgehên ragihandina Tirkiyê gotinên wek "Selahattîn Demîrtaş Hevserokê berê yê HDP beramberî piştgiriya dengdêrên Kurd bo AK Partî beriya hilbijartina Şaredariya Stenbolê wê serbest were berdan" ji aliyê HDP ve hat derevandin. Sezaî Temellî Hevserokê HDP ji Kurdistan24 re ragihand ji ber biryareke teqezkirî ya dadgehê berdana Demîrtaş ne pêkan e, loma gotinên tên belavkirin manîpulasyon e, ne rast e.

Ber bi nêzîkbûna roja hilbijartina şaredariya Stenbolê ku 23ê Hezîranê wê pêk were, di dezgehên ragihandina Tirkiyê de hin şîrove û idîayên balkêş jî tê belavkirin ku yek ji wan jî li ser siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaşê ku niha di girtîgehê de ye. Li gor idîayên tên belavkirin, AK Partî ji bo dengdêrên Kurdan bikêşîne aliyê xwe beriya hilbijartinê wê Demîrtaş serbes bihêlin.

Hevserokê HDP bersiv da pirsa me ya li ser mijarê û got: Gotinên berdana Demîrtaş ne rast in û bi temamî gotegot in.

Sezaî Temellî wiha ji K24ê re axivî: “Ev idîayên berdana Demîrtaş ji aliyê dezgehên nêzî AKP ve tên belavkirin, lê ev gotinên manîpulasyon in. Helbet em dixwazin serbest bê berdan û hêviya min ji doza wî ya roja sêşem û çarşemê jî tehliyekirina wî ye lê tehliye bikin jî ji ber biyara teqezkirî ya dadgehê berdana wî ne pêkan e.”

Ewdilhekîm Daş ê aktîvîst û Serokê Platforma Saziyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat dest nîşan kir Recep Tayyîp Erdoganê Serokkomarê Tirkiyê xwediyê erka efûkirina girtiyan e, eger Erogan bixwaze dikarin Demîrtaş berdin.

Ewdilhekîm Daş got: “Baweriya min bi gotinên li ser berdana Demîrtaş ku ji aliyê hin degzehên ragihandinê tên belavkirin nîn e. Armanca van idîayan ew e ku li nav xelkê weswese û şik û gumanek çêbikin û di ser van gotinan re helwesta civatê dixwazin hîn bibin ka welatî çawa liv an gotinan dinêre.”

Parêzerên Demîrtaş jî daxuya kirin ku ji bo berdanê gelek caran serî li dadgehan dane lê cizaya hepsê ya ji Demîrtaş re hatiye birin wek 4 sal û 8 meh hatiye pejirandin.

Hevserokê berê yê HDP ku ji sala 2016an vir de di zindanê de ye bi pesindayîna PKK û rêberê wê Abdullah Ocalan hatibû tohmetabarkirin û darizandin.