Mogherini: Ji destêwerdana Îranê li Rojhilata Navîn nîgeran in

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini ragihand, Yekîtiya Ewropa ji destêwerdana Îranê di çend welatên Rojhilata Navîn nîgeran e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini ragihand, Yekîtiya Ewropa ji destêwerdana Îranê di çend welatên Rojhilata Navîn nîgeran e.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê de ragihand, “Ji destêwerdana Îranê di Iraq, Sûriye, Yemen û Rojhilata Navîn bi giştî nîgeran in û me nîgeraniya xwe bi zelalî gihandiye berpirsên Îranê.”

Mogherini ragihand jî, Iraq di rewşeke dijwar û hestiyar re derbas dibe û hîna gefên ewlehiyê li ser mane, baş e rêz li serweriya wê were girtin û destêwerdan tê de nebe.

Ta niha Yekîtiya Ewropa daxwaza cibicîkirina xalên rêkeftina atomî ya sala 2015an bi Îranê re dike, armanca wê jî ew e, rêgirtin li ber şerekî din li Rojhilata Navîn e.

 

 

S. B