Li Diyarbekirê belgefîlmê Xaça Veşartî hat nîşandan

kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Belgefîlmê Xaça Veşartî li Diyarbekirê hat nişandan, belgefilm balê dikişîne ser sala 1915ê û rewşa Ermenên Gêl a navçeya Diyarbekirê. Belgefîlm dide nîşan ku gelek Ermenên wê demê ji bo ku neyên kuştin bûne misilman û ola xwe veşartine.

Li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê belgefîlmek bi navê Xaça Veşartî hat nişandan. Di belgefîlmê ku li navçeya Gêl a Diyarbekirê hatî kêşan de behsa serpêhatiyên Ermenên Gêlê yên sala 1915tê tê kirin. Di belgefîlm de tê amajekirin ku di sala 1915ê piştî fermana Ermenan tê dayîn gelek Ermen tên kuştin an jî nefîkirin û beşek ji wan jî li cihê xwe dimînin û ji bo neyên kuştin dibin misilman. Derhênerê Belgefîlm Serhat Temel dide zanîn ku ew bi xwe jî ji Gêlê ye û biryar da ye ku çîrokên di zaroktiya wî de bala wî kêşane bike belgefîlm.

Derhênerê Belgefîlm Serhat Temel ji K24ê re got: "Di zaroktiya xwe de me bihîstibûn. Em bi van çîrokan mezin bûn. Salek berê jî me biryar da ku belgefîlmek wiha bikêşin. Ne tenê Gêlê li gelek deverên din ên Kurdistanê buyerên wiha rû dan. Me xwest em bi bîr bînin."

Belgefîlmê bi navê Xaça Veşartî ji aliyê welatiyan ve jî rastî eleqeyeke baş hat. Temaşevanan anîn zimên ku ew çîrokên di belgefîlmê de tên vegotin bandoreke mezin li wan kiri ye û amaje kirin ku divê tikes ji ber netew û ola xwe rastî kiryarê wiha giran neyên.

Vedat Elîbal: "Berê de ji me re digotin. Me dizanî. Careke din jî me dît. Zilmeke mezin li mirovan hatiye kirin."

Şenay Demîr: "Rastiyeke dîrokî li vê derê careke din hat nişandan. Spasiya wan kesan dikim ku keda wan di vê xebatê de heye."

Muzîkjen Sasa Serap-: "Ji xwe em van çîrokan dizanin. Ez gelek xembar bûm. Bandoreke mezin li min kir."

Di belgefîlm de li gel kuştin û nefîkirina Ermenan behsa Ermenên ku ji aliyê Kurdan ve hatine veşartin û rizgarkirin jî tê kirin. Di nîşandana belgefîlmê de muzîkjen Sasa Serap û Zîla Tîgrîs jî ji temaşevanan re bi stranên Kurdî, Tirkî û Ermenî kurte konsertek jî pêşkêş kirin."